-
Palûte
Simbilên gênim, digihane serê siwarên hespan. Ce û nîsk, li ser hev tewiyabûn.
Mêwên tirî, darên hêjîr, xox, sêv, behîv; her cure fêkî barê xwe qenc girtibûn.
Riwê gundiyan geş, dilê wan xweş bû. Şûr simbêlên wan nedibirî.
Parvekirin! Gelo tiştekî ji parvekirinê xweştir heye? Tew tişta ku tê parvekirin ked be; bidil û jidil be…
-
Siware Ewran
Di bin tava biharê de, li ber deriyê mala me, li ser taîja mûyî, serê min li ser balgihê, giştî ez bi xew ve biçûma. Ji nişkê ve rabûme ser xwe. Min pêlavên xwe kirin lingê xwe û berê xwe da besta ku bê rawest ava xwe dianî berdida bendava ku ji roja hate çêkirin, her tiştê me guherand. Best û best, ber bi avzêmka bestê ve diçûm.