Ginko Dijital Abonelik

Kenan Güneş
  • Mamikên Me
    (0)

    Mamikên Me

    “Di şevên dirêj ên zivistanê de, ku sobeya sacîn sar bûbe jî, zehf germ bû xeleka li dora dapîr û bapîran. Piştî gotina, “Tiştekî min heye…” pêşî her kes noqî nav bêdengiyê dibû, paşê bersiv di nav guhê hev diketin. Dibistana zarokên kurdan bû ew xeleka li dora dapîr û bapîran, him ziman û him jî jiyan fêr dikirin, wan.

    Di çanda gelan de, di cîhana wêjeya zarokan de, cihê mamikan bi qasî nan û avê ye. Û her weha berhevkirina wan ligel sererastkirin û çapê, peywireke ji rewşenbiriya kurdî ye. Mamoste Kenan Güneş jî, bi vê hişmendî û zîzitiyê “Mamikên Me” ji bin kavilên pişavtinê û dîroka hilweşiyayî rizgar kirine.

    Em pê bawer in ku xebatên bi vê mebestê û bi vî rengî dê bidomin.” İsmail Dindar